Wezîrê Derve yê Îraqê ji Serokwezîrê Filistînê re: Em piştevaniya agirbestê dikin

Wezîrê Derve yê Îraqê piştî civîna xwe ya bi Serokwezîrê Filistînê re di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de ragehand, “Em piştevaniya pêşengiya Serokê Amerîkayê ji bo rawestandina şerî li Xezeyê dikin.”
07.06.2024, Cum - 10:12
Wezîrê Derve yê Îraqê ji Serokwezîrê Filistînê re: Em piştevaniya agirbestê dikin
Nuçe Belav bike

Piştî civîna bi Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mistefa re li Bexdayê, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên duh (Pêncşem, 06.06.2024) di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de ragehand, “Em piştevaniya pêşengiya Serokê Amerîkayê ji bo rawestandina şerî li Xezeyê dikin.”

Fuad Hisên herwesa got, “Em bi pêşengiya Serok Biden re hevnerîn in û em piştevaniya wê pêşengiyê ji bo rawestandina şerê Xezeyê dikin, ew pêşengiyeke giring û erênî ye û pêdivî ye kar li ser wê bê kirin.”

Navbirî li ser naveroka civîna xwe ya bi Serokwezîrê Filistînê re amaje jî da, “Me danûstandin li ser rewşa aborî û civakî û ewlehiyê li kertê Xezeyê û kinarê rojava û tevaya deverê kirin. Nîgeraniyeke mezin li ser berdewambûna wî şerî li Xezeyê heye, lê di eynî demê de çend pêşengiyên giring jî hene, çi pêşengiyên wê deverê bin an jî ew pêşengiyên ji aliyê gel û welatan ve ji bo piştevanîkirina doza Filistînê hene.”

Wezîrê Derve yê Îraqê herwesa tekez li ser pêdivîtiya rawestandina şerî li Xezeyê û zêdekirina qebareya alîkariyan ji bo xelkê Xeze û Filistînê kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 628 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:52:40