Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand, “Rêkeftineke me ya ewlehî û leşkerî ligel Amerîkayê heye û emê di çarçoveya wê rêkeftinê de, ligel Washingtonê tevbigerin.”
Resûl diyar kir jî, wan heta radeyeke mezin ji bo danîna sînorekê ji êrîşên li ser hêzên Amerîkî û şêwirmendên biyanî li Iraqê, bi ser ketine. Herwiha got jî: “Daxuyaniya hikûmeta Iraqê piştî êrîşa li ser Heşda Şeibî li Curf û El-Sexrê zelal e û rastiyên ku hatine kirin û çi qewimîne nîşan dide.”
Firokeyên şer ên Amerîkayê şeva roja 30î Tîrmeha borî baregehên komên çekdar ên Iraqî li devera Curf el-Sexir a parêzgeha Babîlê bombebaran kiribûn. Piştî êrîşê jî Yehya Resûl ragihand, binpêkirinên metirsîdar û nehesabkirî, heta asteke mezin hewl û mekanîzma û xebatên hevbeş ên ewlekarî yên şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê, têk dibin.
Ji aliyê xwe ve jî, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, ew êriş bi armanca têkbirina çend gefên çaverêkirî li ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bû.