Zêdebûna hejmona PKKê li parêzgehên başûr û naverast Îraq nîgeran kiriye

Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê eşkere kir, “Li deverên başûr û naverast ên Îraqê, xelkî peywendî bi PKKê kiriye.”
10.09.2024, Sal - 17:39
Zêdebûna hejmona PKKê li parêzgehên başûr û naverast Îraq nîgeran kiriye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Hikûmeta Îraqê ji ber berfirehbûna hejmona PKKê li parêzgehên başûr û naverast ên Îraqê nîgeran e, zanyar hene ku hin kes ji Semawe û Nasiriyeyê çûne nav rêzên PKKê.”

Sabit Ebasî amaje jî da, “Em bizavê ji bo wê yekê dikin ku çawa me li ser dûrxistina metirsiya hêzên Kurdî yên Rojhilata Kurdistanê li sinoran bi Îranê re lihev kir, bi Tirkiyeyê re jî lihev bikin.”

Li dû gotina Ebasî, Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku çawa arêşeya hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bi Îranê re çare kir, arêşeya PKKê jî bi wî awayî çare bikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:46:23