Amerîka hejmara dîplomat û karmendê xwe li Rojava zêde dike
Wezîrê Parastin ê Amerîka James Mattis di daxuyaniya xwe de ragihand ku em ê karê xwe li herêmên derveyî îdareya hikûmetê zêde bikin.
30.12.2017, Cts - 12:13
Wezîrê Parastin ê Amerîkaye James Mattis di axaftina xwe de got: "Piştî nemana rêxistina terorîst a DAIŞê em difikirin ku hejmara diplomat û karmendên xwe yên li Sûriyeyê zêde bikin û hêdî hêdî zêdetir girîngiyê bidin avadankirina Sûriyeyê."
James Matîs di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li ser astê navneteweyî pere hatine peydakirin ji bo dubare avakirina Sûriye û ji bo ew pere nekevin bêrîka hin kesan em ê karmendên xwe bişînin wî welatî û ew karmend dê hêzên navxwe fêrî rakirina mayinan bikin."
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2041 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:15