Çekdarên DAIŞê bajarekî Iraqê girtin!

Çekdarên DAIŞê êrişî bajarekî Iraqê kirin û ew der girtin.
09.04.2018, Pts - 06:52
Çekdarên DAIŞê bajarekî Iraqê girtin!
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya Iraqî, îro danê sibê çekdarên DAIŞê êrişî bajarokê Hedîse li parêzgeha Enbar kirin.

Tê gotin ku çend çekdarên DAIŞê xwe di nav hêzên Iraqî yên wî bajarî de teqandine û heta niha jî şer di navbera her du aliyan de didome.

Hîn rewşa dawî ya bajêr nayê zanîn.

Bajarokê Hedîse dikeve navbera bajarê Rumadî û Bexdayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1961 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:20