DAIŞê fermandarekî rûsî serjêkir

Çekdarên DAIŞê li Sûriyê efserekî îstîxbaratê yê Rûsyayê serjêkir û dîmenên wî jî belav kir.
09.05.2017, Sal - 13:32
DAIŞê fermandarekî rûsî serjêkir
Nuçe Belav bike

Roja Sêşemê 09-05-2017, DAIŞê vîdeoyeke 12 xulekî belav kir, ku tê de serê efserekî rûsî yê bi navê Petrenko Efgenî dibrin û dikujin.

Belavkirina vê vîdeoyê di demekê de ye, ku îro salvegera serkeftina Rûsyayê ya li hember Naziyên Almanyayê ya di dema şerê cîhanê yê duyemîn de ye.

Di vîdeoyê de tê dîtin, ku Petrenko Efgenî cilekî reş liber kiriye û bi rûsî diaxive û daxwaza vekişandina wan ji Sûriyê dike.

Li gorî Îdîayên DAIŞê Petrenko Efgenî efserê Dezgeha Zanyariyan a Rûsyayê FSB ye, derbarê grûbên çekdarî yên Sûriyê de agahî komkirine û ji Kremlînê re şandine.

Rûsya di şerê Sûriyê de ji bejayî û esmanan ve alîkariyê dide hikûmeta Sûriyê û li dijî DAIŞê şer dike.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê beriya niha ragihandibû, ku ji Îlona 2015ê ve, 30 serbazên rûsî li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 2587 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:04:00