Îdiaya kuştina Bexdadî li Reqqayê
Televizyona dewletê ya Sûrîyê daxuyakirin ku Serokê DAIŞê Ebubekîr el Bexdadî di encama êrîşeke asmanî ya li Reqqayê de hatiye kuştin.
11.06.2017, Paz - 08:45
Li gor nûçeya Al Masdarê ku dispêre televizyona dewletê ya Sûriyê Bexdadî di encama êrîşeke hewayî de hatiye kuştin.
Di nûçeyê de tê ragihandin ku doh şevê bombardimaneke zêde li ser Reqqayê hatiye kirin. Hêjayî bîrxistinê ye ji xeynî vê nûçeyê ti agahîyeke din a piştrastkirî derbarê kuştina Bexdadî de nehatiye belavkirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:38