Ji Amerîka raporta DAÎŞ'ê: Tirkiyê rêza yekemîn cih digire!

Saziya fikrî ya Amerîkî Soufan Centerê raportek bi navê ‘Şervanên biyanî û tehdîda wan a vegerê' belav kir.
27.10.2017, Cum - 08:16
Ji Amerîka raporta DAÎŞ'ê: Tirkiyê rêza yekemîn cih digire!
Nuçe Belav bike

Li gorî saziya fikrî ya Amerîkî Soufan Centerê herî kêm 5 hezar û 600 milîtanên biyanî yên rêxistina terorîst a DAIŞê vegeriyan malên xwe. Tirkiye di rêza yekemîn de ye.

Li gorî raportê li Tirkiyeyê 7 hezar û 240 kes bi tohmeta entamtiya DAIŞ û El Qaîdeyê hatin binçavkirin an jî hatin girtin.

Li gorî raportê ku dispêre daneyên Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, 900 hemwelatiyên tirk jî bêyî astengiyekê vegeriyane welatê xwe. Di nava 33 welatên ku milîtan şandine Sûriyeyê de Tirkiye di rêza 7emîn de ye.

Di berdewamiya raportê de tê gotin ku piştî koalîsyona navneteweyî dest operayonên hewayî dike tevlîbûna rêxistina terorîst di sala 2015an daketiye asta herî kêm.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1913 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:10:10