NATO diçe nav Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê

li gor Ajansa nûçeyan a fransî AFP ragihand ku NATOyê biryara beşdarbûna hevpeymaniya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê da.
25.05.2017, Per - 06:51
NATO diçe nav Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê
Nuçe Belav bike

Ajansa AFPê ya Fransî zanyariyên xwe ku sipartin çavkaniyên dîplomatîk, eşkere kir ku 28 welatên endamên NATOyê biryara beşdarbûna koalîsyona li dijî DAIŞê dane.

Îro, dema Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji Roma ber bi Beruksel ve biçe daku, beşdariyê di lutkeya welatên Natoyê de beşdar bibe ragehandibû ku, hin welatên NATO hene heta niha bi awayeke cidî şerê DAIŞê nekirine, lê tê çaverêkirin ku, nêzîk tevlî hevpeymaniyê bibin.

Rex Tillerson da zanîn ku, piştî êrîşa dawî ya rêxistina DAIŞê li ser bajarê Manchester welatên ku, tevlî hevpeymaniya li dijî DAIŞê nebibûn wê tevlî bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:49:17