Kurd hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina posta parêzgariya Kerkûkê zêdetir dikin

Parlamentereke Kerkûkê yê li Parlamentoya Iraqê ragihand, nirxandin ji bo parêzgariyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê tên kirin û diyar kir ku parlamenterên Kerkûkê yên Kurd dê nirxandinekê li ser parêzgarê bi wekalet Rakan Cibûrî bikin û pêşkêşî hikûmet û parlamentoya Iraqê bikin.
24.12.2022, Cts - 14:43
Kurd hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina posta parêzgariya Kerkûkê zêdetir dikin
Nuçe Belav bike

Parlamentera Iraqê Necwa Hemîd Kakeyî îro ragihand, piştî bûyerên 16ê Cotmehê Rakan Cibûrî wek parêzgarê bi wekalet hate danîn û anî ziman, “Biryar e ku di karnameya hikûmeta Sûdanî de heye parêzgariya Kerkûkê jî di nav de çend postên din werin guhertin.”

Necwa Hemîd Kakeyî got, “Bê guman YNK û PDK dê li ser berbijêrê posta parêzgarê Kerkûkê li hev bikin. Em dixwazin berbijêrekî dilsozê gel û xaka Kerkûkê be.”

Necwa Hemîd Kakeyî li ser danîna parêzgarekî Kurd ji bo parêzgariya Kerkûkê anî ziman, “Li ser rêveberiya herêmên derve nirxandinek hate xwestin. Em wek nûnerên Kurd li Kerkûkê dê bi hev re bicivin û bi yekdengî têbîniyên xwe li ser karên parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê binivîsin û piştre ji Encûmena Nûneran re bişînin ku biryar e radestî hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî were kirin. Dîroka dawî ya nirxandinan 15ê Çileya 2023an e.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Rakan Cibûrî bi wekalet şûna parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hate danîn û berdewam e li ser wê postê ku Kurd li gorî hilbijartinên dawî yên parlamentoyê Iraqê jî piraniya Kerkûkê ne, ji reftarkirina parêzgarê bi wekalet dilgiran in, Kurd wî bi Erebkirina Kerkûkê û destdanîna ser zeviyên Kurdan tohmetbar dikin.

Di hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021an de Kurdan ji 12 kursiyên Parlamentoya Iraqê 6 kursî bi dest xistin. Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) 3 kursî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 kursî û Nifşê Nû jî kursiyek bi dest xist û berbijêrên Ereb û Tirkmen jî 6 kursiyên din bi dest xistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 709 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:46