DAIŞê li Meyadîn êrîşî HSD kirin
Li gorî medya nêzîkî Hêzên Sûrya Demokrat, şevê din çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên wan li gundê Ceres Şerqî yê başûrê bajarê Meyadîn kirin û şer û pevçûn di navbera wan de qewimî.
18.12.2017, Pts - 06:16
Bi gotina fermandeyên HSD, di wî şerî de 95 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çekên wan ketin destê şervanên HSDê de.
Herweha wan fermandeyan eşkere kirin ku di encama wî şerî de 3 şervanên HSD şehîd bûne.
Berî du rojan, Hêzên Sûrya Demokrat kontrolkirina gundê Ceres Şerqî ragihandibûn.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2036 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:44