Artêşa Iraqê bo kontrolkirina tevahiya Mûsilê amadekariyên xwe temam kirin
Hate ragihandin ku Hêzên ewlekariya Iraqê li rojavayê Mûsilê bo 3 taxên ku di bin kontrola DAIŞê de ne, rizgar bikin amadekariyên xwe temam kirine.
27.05.2017, Cts - 14:11
Berdevkê Hêzên Dij Terorê ya Iraqê Seba Numan diyar kir ku hêzên Iraqî bi temamî xwe amade kirine ku tevahiya bajarê Mûsilê kontrol bikin, û niha bi tenê 3 taxên aliyê rastê yê bajarê Mûsilê mane, ku di bin destên terorîstên DAIŞê de ne.
Sebah Numan eşkere kir ku zanyariyên di derbarê hejmara terorîstên DAIŞê de li nav tax û navçeyên girêdayî Mûsilê hene, tine ne.
Numan got: "DAIŞ zêdetir pişta xwe bi xwekujan ve girê dide û welatiyên sivîl jî wek mertalên zindî ji xwe re bikar tîne."
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2734 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:54:25