Almanya: Alîkariya leşkerî jibo Pêşmerge berdevame

Berdevkê Wezareta Parastina Almanyayê da zanîn ku, ji bo hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistan şandina alîkariya çekan wê berdevambe.
24.10.2017, Sal - 07:48
Almanya: Alîkariya leşkerî jibo Pêşmerge berdevame
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanya Flosdorf îro 23yê Cotmehê li Berlînê da xuyakirin: "Kurdan soz daye ku çekên Almanî tenê di şerê dijî DAIŞê de bikar bînin û bi ti awayî çekên Almanî li dijî Heşda Şeibî bikar neanîne. Rewş bi hûrî di bin çavdêriyê de ye."

Berdevkê Wezareta Berevaniya Almanyayê got: "Nakokiyên di navbera Kurdan û hikûmeta Bexdayê de, bi sedema daxwaza serxwebûnê kûrtir bûne, lê hikûmeta Bexdayê ew pirs bi yekcarî red kir."

Flosdorf diyar kir, niha rewş ber bi aramiyê ve diçe û di pêşerojê de ew dê pirsa guhertina erka artêşa Almanyayê li Herêma Kurdistanê binirxînin.

Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve, Almanya 24 hezar çekên otomatîkî û 1200 moşekên dijî tank ji Herêma Kurdistanê re şandine ku ji sala 2014an ve jî rahênana pêşmerge berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:18:16