Amerîka meaşê 36 hezar pêşmergeyan dide

Hat ragihandin ku Amerîka alîkariyên bo hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê berdewam dike û ji bo meaşê 36 hezar pêşmergeyan 365 milyon dolar hatiye şandin.
24.02.2018, Cts - 14:40
Amerîka meaşê 36 hezar pêşmergeyan dide
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand, "Îsal Amerîka bi 365 milyon dolaran hevkariya Hêzên Pêşmerge dike û hêvî heye ji sibe Yekşemê pê ve qonax bi qonax dest bi xerckirina wan pereyan bê kirin."Yawer ji televizyona Rûdawê re axivî û got, "Ew hevkariya ku Amerîkayê bo 2018an ji Pêşmerge re diyar kiriye qet li ser hev nayê Herêma Kurdistanê. Ew pereyê ku 365 milyon dolar in mehane bo meaşê nêzîkî 36 hezar Pêşmerge tê şandin. Mehane pere wek dînar digihe Wezareta Darayî ya Kurdistanê û mehane 26 milyar dînar e."

Cebar Yawer bal kişand ser ku ti welatan hevkariya bo pêşmerge ne rawestandiye û da xuyakirin: "Hêvî heye ji sibe Yekşemê ve dest bi dabeşkirina wê hevkariya Amerîkayê bê kirin. Ew jî bo meaşê 14 Lîwayên Wezareta Pêşmerge, binkeyên perwerde û rahênanê dibe ku nêzîka 36 hezar Pêşmerge ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:12