Cebar Yawer: Piştî Mûsilê li Hewîce Pêşmerge dê alîkariya hêzên Iraqê bike

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge amaje bi vê yekê dike ku li fermandariya hêzên Iraqê ve zanyariyên wan hene ku, piştî Mûsilê dê Hewîce bê azad kirin û ragehand: ‘’Hêzên Pêşmerge dê piştevaniyê li artêşa Iraqê bike ku Hewîce û navçeyên din bên azad kirin.’’
01.05.2017, Pts - 09:18
Cebar Yawer: Piştî Mûsilê li Hewîce Pêşmerge dê alîkariya hêzên Iraqê bike
Nuçe Belav bike

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare piştî Mûsilê Hewîce bê azad kirin, fermandarên leşkerî yên Iraqê behsa vê yekê kirine ku plana wan heye bi hevbeşiya li gel Pêşmerge Hewîce azad bikin.’’

Herwaha got: ‘’Me hemû planek amade kiriye û amadekarî hatine kirin bo azadkirina Hewîce, ji ber vê jî emê di azadkirina wî bajarî de piştevaniyê li hêzên Iraqê bikin.’’

Dawiyê de jî got: ‘’DAIŞ ew hêza wan a berê nemaye û nikare wek Mûsilê berevaniyê bike, li gel Hewîce navçeyên Riyaz û Reşad û gelek navçeyên din jî dê bên azad kirin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1796 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:33