Di kabîneya nû de Pêşmerge bi temamî yek digire

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) diltenahîyê dide Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Bizava Gorraê li ser yekxistina hêzên Pêşmerge. Şêx Ceifer Mustefa, fermandeyê hêzên 70 yê YNKyê û endamê Mekteba Sîyasîya wê partîyê bi Kurdistan24 re ragehand: Di kabîneya dahatî de hêzên Pêşmerge bi temamî yekdigirin û dibe hêzeka nîştîmanî.
08.05.2019, Çar - 05:43
Di kabîneya nû de Pêşmerge bi temamî yek digire
Nuçe Belav bike

Berê jî Birîtanîya, Elmanîya û Emerîkayê pirojeyeka çaksazîyê pêşkeşkiribûn bo hêzên Pêşmerge. Serkunsilê giştîyê Birîtanîyayê daxwaz dike kabîneya nû zû bihêt pêkanîn; dakû Pêşmerge bihê yekxistin û evê kabîneyê bi kabîneya delîve nawaz nav dibe.

Yek ji xalên rêkkevtinê di navbera PDK, YNK û Gorranê de, pirsa yekxistin û bi niştîmaîkirina hêzên Pêşmergeye. Ev pirs ku nîva bersivê li ba YNKye û di dema rêkkevtina PDK û YNKyê de jî bi ti awayekê nehat behiskirin. Niha ku hêzên Hevpeyamanan pirogramek bo rêkvexistin û yekxistina hêzên Pêşmerge heye, serkirdeyekê YNKyê behsa wê yekê dike ku ew pirogram di kabîneya dahatî de bicihkirina wê temam dibe û digehe encam.

Birîtanîya, Elmanîya û Emerîka bi hev re serperştîya pirograma çaksazîya Pêşmerge dikin, wek serkunsilê giştîyê Birîtanyayê gotî, encamdana çaksazîyê pêdivî bi lezkirinêye di pêaknîna hikumetê de.

Serkunsilê giştîyê Birîtanîyayê li Herêma Kurdistanê, dibêje: Pêdivîye hikumet zû bihê pêkanîn. Hikumet anku hukimkirin û xizmetkirin. Nabe zêdetir dem bihê ji destdan. Em weku Birîtanîya tenê dikarîn şîreta alîyên Kurdistanî bikîn daku evê pirsê bi lez temam bikin. Evê kabîneyê delîveyên nawaze û pir giring têde heye û delîveyên giring jî dixe pêş gelê Kurdistanê daku çaksazîyê di hikumet û hêzên Pêşmerge de encam bide.

Herweha got: Em piştîvanîya Rêveberîya Çaksazîya wezareta Pêşmerge dikîn û di hikuemta dahatî jî de bi aramanca yekxistin û rîformê, di hemû waran de em berdewam dibîn û piştîvanîya evê pirogramê dikîn. Divê pirsê jî de erkê kabîneya nû ewe karên xwe bi leztir birêve bibe.

Weha dîyare hêj rêyek dûr û dirêj li pêşîya yekvegirtina hêzên Pêşmerge maye, çunku pirojeya Hevpeyamanan bo çaksazîyê di wezareta Pêşmerge de, ku ji 35 pêngavan pêk dihê, heya niha tenê 13 pêngav jê hatîne bicihkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1589 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:07