Di êrişên Heşdî Şabî de xalek girîng!

Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Emînkî aşkera kir, Heşdî Şeibî, sipaha pasdarên Îranê û Hizbulla, bi hêzên Iraqê re li bakûrê rojavayê Mûsilê êrîş kirin. Di van êrişan da Hadî Amîrî û Ebû Mehdî Mihendis pêşengî kiriye.
26.10.2017, Per - 08:05
Di êrişên Heşdî Şabî de xalek girîng!
Nuçe Belav bike

Di derbarê vî mijarê de serfermandarê giştî yê Pêşmerge Cemal Emînkî ji K24'ê re ragehand, êrîşa îro ya Heşdî Şeibî bi serpereştiya rasterast a fermandarê giştî û cîgirê fermandarê giştî yê milîsên Heşdî Şeibî Hadî Amrî û Ebu Mehdî Muhendis de pêkhatiye û got: ‘’Herçend hemû core çekên giran jî bikaranîn, lê êrîşa wan hate têkbirin.’’

Serfermandarê Pêşmerge amaje bi vê yekê jî kir, ku hîn şerê DAIŞ'ê bi dawî nehatiye, Iraqê êrîş li ser Pêşmerge dane destpê kirin û hemû ew alîkarî û hemahengiyên heyî piştguh kirine, ku di şerê DAIŞê de di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de pêkhatibûn.

Her wiha Fermandarê hêzên Pêşmerge li eniya Zummar Emîd Behram Doskî jî di axaftina xwe ya ku li gel BasNewsê re pêkaniye de ragehand, îro 26.10.2017ê heşdî şeibî ji çend baskan ve êrîş kir ser çeperên Pêşmerge, lê ji du baskan ve hatin têkbirin û paşve vekêşiyan. Lê heta naha jî çeperên Pêşmerge topbaran dikin.

Herwaha diyar kir di vê êrîşê de dervey heşdî şeibî û artêşa Iraqê, hizbulla û sipaha pasdarên Îranê jî di êrîşê de beşdar in.

Foto: Arşiv

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:38:51