Dibe ku Almanya bernameya perwerda Pêşmerge dirêj bike

Wezîrê Karênderve ya Almanya, ji parlementoyê daxwaz kir ku Artêşa Almanî heyama perwerdeya Pêşmerge were dirêj kirin.
08.11.2017, Çar - 07:08
Dibe ku Almanya bernameya perwerda Pêşmerge dirêj bike
Nuçe Belav bike

Li gor raporta ajansa Reuters wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel li parlamentoya Almanya daxwaz kir ku dema rahênana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bê dirêj kirin.

Herwaha amaje bi vê yekê jî kiriye ku derketina Almanya ya li herêma Kurdistanê dê valatiya ewlehiyê ava bike.

Almanya piştî rêveçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê û dagirkirina Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî ya ji aliyê heşdî şeibî ve bi serpereştiya Îranê, rahênan û perwerdeyên leşkerî yên hêzên Pêşmerge ji aliyê Almanya ve bi awayek demkî hatibû rawestandin.

Sigmar Gabriel dibêje: ‘’Almanya piştgiriya dirêjkirina dema rahênerên artêşa Almanya yên li Iraq û herêma Kurdistanê dike.’’

150 efserên Alman bo rahênanên leşkerî yên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de li herêma Kurdistanê hene.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:39:43