Endameka parlamentoya Iraqê: Bexda bûdceya Pêşmerge nade

Divê kurd li dadgeha federalî ya Iraqê gilî li hikûmetê bike
18.12.2016, Paz - 18:36
Endameka parlamentoya Iraqê: Bexda bûdceya Pêşmerge nade
Nuçe Belav bike

Li gorî qanûna bûdceya sala 2017 ya Iraqê, divê hikûmeta Iraqê, mehane 38 milyar dînar bide Pêşmerge lê heta niha Bexdayê dînarek jî bo Pêşmerge neşandiye.

Derheqê vê yekê de, parlamentera kurd li parlamentoya Iraqê, Necîbe Necîb ji BasNewsê re got, Bexda bûdceya Pêşmerge nade. Me dixwast li dadgehê gilî li hikûmeta Iraqê bikin lê gotin divê Wezareta Darayî vî karî bike lê wê wezaretê jî nekarî tiştekî bike.

Necîbe Necîb her wiha got, divê kurd li dadgeha federalî ya Iraqê gilî li hikûmeta Iraqê bikin û bi zora dadgehê bûdceya Pêşmerge bistînin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1501 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:27