Fîlma Pêşmerge li navenda NY'ê ket pêşandan

Filmê Pêşmerge ku derhênerê wê filozof û sînemakarê navdar ê Fransî Bernard Henri Levy e li Newyork\'ê li navenda Neteweyên Yekbûyî kete pêşandanê.
29.11.2017, Çar - 08:17
Fîlma Pêşmerge li navenda NY'ê ket pêşandan
Nuçe Belav bike

Fîlmê Pêşmerge bo nûner û dîplomatkarên cîhanî li binkeyê giştî yê Netewên Yekbûyî hate pêşandan.

Filmê Pêşmerge ku derhênerê wê filozof û sînemakarê navdar ê Fransî Bernard Henri Levy e, duh 28.11.2017ê êvari demjimêr 18:30 de hate pêşandan.

Bernard Henri Levy di tora xwe ya civakî twetterê de ragehand, ‘’Hemû balyozên cîhanê zîrekî û dilnermiya Pêşmerge dinava fîlmê de dîtin.’’

Li gor zanyariyên berdest, pêşandana fîlmê ya li Netewên Yekbûyî ji aliyê nûnerên Fransa û Brîtanya ve hatibû rêkxistin.

Berî naha sînemakar û fîlozofê navdar Levy ragehandibû, ku bi rêya vê fîlmê ve, ew dê ji gelê Kurdistanê re îspat bike ku tenê çiya ne dostê gelê Kurd in.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1733 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:44