Hevpeymaniya Navdewletî Hummer û alîkariyên din ên serbazî dide Pêşmerge

Wezareta Pêşmerge piştrast dike ku beşek ji alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî gihiştiye wezaretê û beşeke din jî di rê de ye. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî jî dibêje, ew dê berdewam bin li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge.
09.12.2019, Pts - 07:44
Hevpeymaniya Navdewletî Hummer û alîkariyên din ên serbazî dide Pêşmerge
Nuçe Belav bike

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ragihand, ew bi tu awayekê nikarin hûrgilyên wê alîkariyê eşkere bikin, ka hejmar û amar û qasa wê çende, ji ber ku ev yek mijareke serbazî ye.

Li ser çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de, Cebar Yawer got, hevpeyamniya navdewletî bi taybet Amerîka, Brîtaniya, Almanya û Holenda di vê proseyê de beşdar in û ji bo reformên di wezaretê de alîkar in.

Berdevkê Hevpeyamniya Navdewletî, Maylz Kagînz jî di daxuyaniyekê de li Navenda Rojhilata Navîn a bo Raport û Şîroveyan ragihandibû, ew dê zêdetir ji 100 hummerên serbazî û hejmareke parçeyên çek, hawen û fîşek û amûrên bêtel bidin hêzên pêşmerge.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî diyar kiribû, ji bilî wan alîkariyên serbazî, Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên wan berdewam dibin li ser rahênena Pêşmerge û tekez jî kiribû, ku alîkariyên wan bo Hêzên Pêşmerge demdirêj in.

General Kagînz amaje bi proseya reformê ya di Wezareta Pêşmerge de jî kir û destnîşan kir, ew reform 38 xalên sereke li xwe digire û armanc ji wê pêngavê jî ew e ku hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî û bihêz hebe. Kagînz herwiha got, ji sala 2017 ve dest bi proseya reformê hatiye kirin û hin karên baş jî hatine kirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bo wan giring e ku hevahengiya navbera Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge bê zêdekirin, ji bo ku fişarên li ser rêxistina DAIŞê zêdetir bin.

Hêzên Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û têkşikandina wê rêxistina terorîstî de roleke berçav û bi bandor hebû, lewma jî niha Hevpeymaniya Navdewletî berdewam alîkariya Pêşmerge dike û çek û kelûpelên serbazî jê re dişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:26