Hêzên Iraqî dixwazin li Germiyanê êrişî Pêşmerge bikin!
Tê gotin ku hêzên Iraqî û Heşda Şeibî daxwaz ji hêzên Pêşmerge dikin ji çend cihên devera Germiyanê vekişin lê Pêşmerge li hember wan çeper girtiye.
26.12.2017, Sal - 11:10
Berpirsê asayişa nahiya Kokiz li devera Germiyanê, Simko Elî ji BasNewsê re got, şeva borî hêzên Iraqî daxwaz ji hêzên Pêşmerge kirine gundê Şêx Bawe vala bikin û vegerin sînorê 2003.
Simko Elî her wiha got, lê Pêşmerge ew der vala nekirine û li cihê xwe mane.
Wî efserê asayişê da zanîn, piştî wê tehdîdê hejmarek mezin ji pêşmerge li nêzîkî nahiya Gulale ya Germiyanê kom bûne û got, hêzên Pêşmerge xwe bo her bûyerekî amade kirine.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1520 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:14:49