Hêzên Pêşmerge ji xelata Nobelê re hatin kandîdkirin

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji ber şerê wan li dijî DAIŞê ji xelata Nobelê ya aştiyê re hatin kandîdkirin.
01.02.2018, Per - 05:55
Hêzên Pêşmerge ji xelata Nobelê re hatin kandîdkirin
Nuçe Belav bike

Do, Çarşemê roja dawî bû ji dema pêşkêşkirina navên bebijêrên xelata Nobelê ya aştiyê, navê hêzên pêşmerge jî ji aliyê perlementarê Nerwijî Hîmanşo Kolat ve hate kandîdkirin û kete lîsteya berbijêran.

Medyaya Nirwêjê li ser zarê perlementar Hîmanşo Kolat ragehandibû ku, eger pêşmerge li sengerên şerê dijî DAIŞê neban niha rêxistina DAIŞê mezintirîn û bihêztirîn rêxistin bû. Herwiha tekez kir ku, hêzên pêşmerge hêjane xelata Nobelê ya cîhanî werbigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:09