Hêzên Şebek: Em fermanê li Barzanî werdigirin û berevaniya axa xwe dikin

Hêzên me beşeke, ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê
27.12.2016, Sal - 06:50
Hêzên Şebek: Em fermanê li Barzanî werdigirin û berevaniya axa xwe dikin
Nuçe Belav bike

Endamekî encûmena nûnerên Iraqê ya pêkhateya şebek amaje kir ku hêzên şebek ser bi hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ne û fermana xwe jî li fermandeyê giştî yê hêzên Pêşmerge werdigirin.

Nûnerê şebekan li encûmena nûnerên Iraqê, Salim Şebek ji bo BasNewsê ragihand ku:”Hêzên şebekan, beşeke ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ne û bi awayeke aktîf di şerê dijî DAIŞê de beşdarin û niha li wan şûnan de ne, ku ji bo wan hatiye diyarkirin bi taybet navçeyên ku nîştecihê wan şebekin ji ber ku em careke din naxwazain li bin siya Bexdayê de malên me wêran bin.”

Di berdewamiyê de wî berpirsî got ku:”Hêzên şebek ser bi hêzên pêşmerge ne û fermana xwe jî li Barzanî werdigire ji bo vê yekê jî em dixwazin pêşmerge berevaniya me bike û garantiya hebe ku carek din em rastî êrîşan nabin ji ber ku tiştên ku hatine serê me di encama vê hûkmê da bûye ku dever gehandiye rewşa niha.”

Salim şebek tekezî kir ku: Em çaverêne ku hêzên pêşmerge li vê sînorî de bimîne û berevaniyê li navçeyên Kurdî bike û rê nede ti hêzeke din ku xwe li ser me ferz bike û wek biyaniyan temaşayî me bike.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 2297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:05:23