Koalîsyon biryarda, pêşmerge operasyonê de wê rolek aktîf bilîze

Hat ragihandin ku tê pêşmerge jî beşdarê operasyona rizgarkirina Hewîce ku Artêşa Iraqê qonaxa yekem pêkaniye wê beşdar bibe.
22.09.2017, Cum - 07:10
Koalîsyon biryarda, pêşmerge operasyonê de wê rolek aktîf bilîze
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hêza Koalîsyona Navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku di kontrolkirina navçeya Hewîceyê de wê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê roleke aktîf bilîze.

Ryan Dillon di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Bê çawa Hêza Pêşmerge di operasyona Mûsil û Telaferê de roleke girîng lîst wê di rizgarkirina Hewîceyê de jî roleke aktîf bilîze. Ji xwe Pêşmerge nêzî Hewîceyê ye û ev dê jê re bibe firsend. Lewma wê di operasyonê de roleke aktîf bilîze."

Her wiha ji aliyê din ve duhî Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ji bo rizgarkirina navçeya Hewîceyê pêşniyar li hêzên Pêşmerge kiribû ku bi hev re operasyonê pêk bînin. Fermandarên Pêşmerge piştî civînê wê bersivê bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:58