Leyen bo Pêşmerge: We li dijî DAIŞê nûnertiya hemû cîhanê kir

Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê serdana hêzên Pêşmerge û rahênerên almanî kir û beşdarî merasîma vekirina nexweşxaneya bo pêşmergeyan bû.
12.02.2018, Pts - 05:52
Leyen bo Pêşmerge: We li dijî DAIŞê nûnertiya hemû cîhanê kir
Nuçe Belav bike

Leyen avahiya nexweşxaneyeke taybet a ji bo çareserkirin û dabînkirina pêwîstiyên hêza Pêşmerge vekir ku dê di qonaxa yekem de 6 milyon euro lê bê xerckirin û heta meha îlonê jî bidawî bibe.

Ursula Von Der Leyen di civîna rojnamevanî de kêfxweşiya xwe ya bo serdana Pêşmerge û leşkerên almanî anî ziman û got, "Ev sê sal û nîv e bi berfirehî me bi hev re kar kiriye. Îro jî ez gihîştim wê baweriyê ku Pêşmerge di warê perwerdekirinê de serkeftin û pêşketina baş dîtin. Leşkerên me yên jin û zilam, her tim ji me re behs dikin ku di dema perwerdekirinê de, hem hez û xwestekeke mezin a hêzên Pêşmerge ji bo fêrbûnê heye hem jî qehremaniyeke mezin jî di çavê wan de tê dîtin."

Leyen di berdewamê de destnîşan kir, "Em dizanin bi serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê, aramî venagerin, lewma niha em derbasî qonaxeke din dibin û di qonaxa veguhestinê de em dixwazin vê serkeftinê bi cih bikin û bi hev re li gel hikumeta navendî vê serkeftinê bo temamiya Iraqê bi cih bikin. Lewma divê hêzên baş ên leşkerî werin avakirin û divê kar li ser mijarên lojistîk were kirin û sîstemeke tenduristiyê ji bo van hêzan were avakirin. Piştî ku me qonaxa perwerdeyê bi serkeftî derbas kir, doh li Bexdayê û îro li vir em ê gelek pêşniyaran bistînin, ji bo ku em bikaribin ber bi qonaxa aramiyê bimeşin."

Wezîra Berevaniya Almanyayê herwiha diyar kir: "Em hemû dizanin Pêşmerge bi nûneratiya me û nûneratiya hemû cîhanê şerekî mezin li dijî DAIŞê kir. Em spasiya wan dikin, lewma dixwazin şirîkatiyeke demdirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk bînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1794 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:11