Li Xurmatû DAÎŞ'ê êriş kir...

Çekdarên DAIŞ'ê vê sibê li navçeya Xurmatû'yê ya bi ser parêzgeha Selahedîn'ê ve êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû.
29.08.2017, Sal - 08:48
Li Xurmatû DAÎŞ'ê êriş kir...
Nuçe Belav bike

Li sînorê Eniya 3 ya Xurmatû DAIŞ'ê êrîşî ser çeperên Pêşmerge kir û berpirsê wê eniyê ragihand ku êrişa DAIŞ'ê hate têkbirin.

Fermandeyê Eniya 3 ya Xurmatû, Ebdulla Bor ragihand ku îro seat 02.00 çekdarên DAIŞ'ê li wê eniyê, êrîşî ser du çeperên Hêzên Pêşmerge kirine û got piştî bersivdayîneke qahremanane pêşmergeyan êrişa DAIŞ'ê têk birin.

Ebdulla Bor behsa wê yekê jî kir ku di wê êrîşa DAIŞ'ê de, pêşmergeyek bi navê Saman Herkî şehîd bûye, pêşmergeyekî din jî birîndar bû û rewşa tendirustiya wî birîndarî jî baş e.

Piştî derxistina çekdarên DAIŞ'ê ji Mûsil û Telefer'ê, dem bi dem çekdarên wê rêxistinê, li eniyên cuda cuda êrîşî ser çeperên pêşmerge dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1510 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:02