Pêşmerge jî di nav de li Şingalê baregeheke leşkerî ava dibe

Fermandeyekî Pêşmerge Qasim Şeşo di axaftina xwe de ragihand ku baregeheke leşkerî mezin li serê çiyayê Şingalê ava dibe û dê Pêşmerge jî têde cih bigre.
20.06.2018, Çar - 10:01
Pêşmerge jî di nav de li Şingalê baregeheke leşkerî ava dibe
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo di axaftina xwe ya ajanseke Kurdistanê de got: "Li gor agahiyên berdest, hêzên amerîkî û iraqî li ser çêkirina baregeheke leşkerî mezin li ser çiyayê Şingalê danûstandinan dikin. Eger tiştekî wisa pêk were gelekî baş dibe çimkî Pêşmerge jî dê tevlî wê hêza hevbeş bibe."

Qasim Şeşo di berdewamiya axafina xwe de got: "Helbet me tenê bihîstiye çimkî heta niha tiştekî fermî li ser vê mijarê ji me re nehatiye gotin. Piştî hatina hêzeke amerîkî bo Şingalê, niha hêzeke brîtanî jî li Şingalê bi cîh bûye. Heta niha ew bi fermî nehatine ba me. Lê em rojane wan dibînin."

Şeşo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger tiştekî wisa hebe wê çaxê tê wê wateyê ku rêkeftina sêalî di navbera Iraq, Amerîka û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin. Jixwe bo danîna bingeheke wisa li ser çiyayê Şingalê rêkeftinek wisa pêwîst dike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:18