Pêşmerge rêya Hewlêr û Kerkûkê vedike

Fermandarê hêza Pêşmerge yê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de ragihand ku wan biryar daye rêya Hewlêr û Kerkûkê vekin.
23.02.2018, Cum - 06:49
Pêşmerge rêya Hewlêr û Kerkûkê vedike
Nuçe Belav bike

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku bajêr û navçeyên Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê û Heşdî Şeibî ve hatibûn dagirkirin rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê hatibû girtin. Fermandarê hêza Pêşmerge yê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de ragihand ku wan biryar daye rêya Hewlêr û Kerkûkê vekin.

Fermandar Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: "Di destpêka hefteya pêşiya me de wê rêyên navbera Hewlêr-Kerkûk, Hewlêr-Mexmûr û tevahiya wan rêyan ji bo pêwendiya jiyana hemwelatiyan têne vekirin."

Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo parastina wan cihan hêzên Pêşmerge li cihê xwe dimîne. Em helwesta Iraqê nizanin, em ê ji aliyê xwe rêyan vekin û ya mayîn dikeve ser milê wan."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1607 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:02