Pêşmerge û artêşa Iraqê li hev kirin

Li sînorê Germiyan, Pêşmerge û artêşa Iraqê civînek pêk anîn û li hev kirin. Rêveberê Nehiştina Tawanan ê li Xaneqînê diyar kir: “Di civînê de li ser wê yekê rêkevtin hate kirin, ku hêzên artêşa Iraqê vekişin sînorê xwe û bi hevkariya herdû aliyan li dijî tevgerên çekdarên DAIŞê bisekinin.”
26.12.2017, Sal - 17:54
Pêşmerge û artêşa Iraqê li hev kirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Nehiştina Tawanan ê li Xaneqînê yê ser bi hêzên Wezareta Navxweyî ya Iraqê Ferhad Refet ji Rûdawê re ragihand: “Di civînê de ku Fermandarê Mîhwera Germesêr a Pêşmerge Mehmûd Sengawî û rayedarên artêşa Iraqê amade bûn, li ser wê yekê li hev kirin, ku ew deverên Kurdistanî ne û Kurd ji mêj ve li wan deran dijîn û hêzên Pêşmerge jî wan sînoran diparêze, lê belê ji bo her rûbirûbûn û êrişa bi ser DAIŞê de, amade ne hevkariya hêzên iraqî bikin.”

Ferhad Refet herwiha diyar dike, ku şeva derbasbûyî li gel Encumena Wezîran a Iraqê axiviye û agahdar kiriye, ku artêşa Iraqê dixwaze werin sînorê 2003an û got: “Ew sînor bajarokek û 38 gund e, niyeta me heye em wan deveran bixin bin kontrola xwe ku niha di bin desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne û hêzên Pêşmerge wan deveran diparêzin.”

Vê sibehê 26ê Berfanbara 2017an, hêzên firqeya 4 a artêşa Iraqê li sînorê bajarokê Kuleco yê li sînorê Kifrî hatin nav sînorê bajarok. Hêzên Pêşmerge jî ji bo her îhtîmal û rûbirûbûnê, xwe amade kir. Peyamnêrê Rûdawê jî diyar kir: “Rewş asayî ye û ti pêşveçûn û rûbirûbûnek di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de neqewimiye.”

Hêzên Iraqê çûn nêzîkî xala kontrolê ya Neqşebendî, ku bi hevbeşiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê tê birêvebirin. Hêzên ku hatibûn, ragihandin ku fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Heyder Ebadî bi wan re ye, da ku hêz biçin xeta 34 ku beriya niha artêşa Beisê têde bû û ew xet di sala 1991ê de ji aliyê Encumena Asayişa Navdewletî ve hatiye xêzkirin û xeta 36 temam dike.

Fermandarê Pêşmerge Mehmûd Sengawî derbarê pêşveçûna artêşa Iraqê hişyarî dabû û ragihandibû: “Eger gavekê werin pêş, emê navçeyê bikin agir. Em qebûl nakin ku bi hincetên cur bi cur deverên me werin erebkirin.”

Hêzên artêşa Iraqê yên ku piştî 16ê Cotmehê li devera Neqşibendî ya li sînorê bajarokê Gulale niştecih bûne, bi gotina Rêveberê Nehiştina Tawanan ê li Xaneqînê yê ser bi hêzên Wezareta Navxweyî ya Iraqê, ti hêzên Heşda Şeibî li wan deveran nemane û tenê hêzên Iraqê wan deveran diparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1786 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:38