Pêşmergeyên PDKÎyê rastî êrişa bombeyî hat

Li navçeya Binaslava ya Hewlêra paytexta Kurdistanê wesayîta pêşmergeyên PDKÎyê rastî êrişa bombeyî hat.
02.03.2018, Cum - 08:06
Pêşmergeyên PDKÎyê rastî êrişa bombeyî hat
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, li navçeya Binaslava ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê wesayîta pêşmergeyên PDKÎyê rastî êrişa bombeyî hat. Di encama êrişa bombeyî de fermandarek û pêşmergeyek birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên herêmî bi wesayîteke bombebarkirî êrişî pêşmergeyên PDKÎyê kirin. Di encamê de du Pêşmerge birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Hewlêrê.

Pêşmergeyê birîndar Selah Ebasê 53 salî yek ji fermandarên PDKÎyê ye û bavê 5 zarokan e û birîndarên din jî kurê wî Sebah Selahê 33 salî ye û ew jî bavê du zarokan e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:11