Pêşmerge: Em dê rêya navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê vekin

Fermandarê Mîhwera Rojavayê Dîcle yê Hêza Pêşmerge Babekir Zêbarî diyar kir ku Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye rêya di navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê de veke.
16.12.2017, Cts - 06:55
Pêşmerge: Em dê rêya navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê vekin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyeke Rûdawê Fermandarê Mîhwera Rojavayê Dîcle yê Hêza Pêşmerge Babekir Zêbarî ragihand ku Wezareta Pêşmerge biryar daye rêya di navbera bajarê Duhokê û navçeya Şingalê de were vekirin.

Zêbarî dest nîşan kir ku di van du rojên pêş de ew dê li nêzikî bajarokê Zumarê dest bi vekirina çeperan bikin û dê bi awayekî fermî rêya Şingalê dê ji bo çûnûhatina welatiyan were vekirin. Babekir Zêbarî li ser helwesta Iraqê jî anî ziman, ku ew heta niha nizanin helwesta hêzên Iraqî dê çi be û got, "Lê dîsa jî em dê vê rêye vekin."

Rêyên Kerkûk, Mexmûr, Mûsil, Şingal û beşeke ji navçeyên din ên bi nakok piştî operasyonên milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bi ser Kerkûkê û cihên din de hatibûn girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1675 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:09