Ryan Dillon: Pêşmerge hevkarê me yê sereke ye

Fermandarê Amerîkî yê Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Ryan Dillon ragihand, di heyama operasyonên Til Efer a Mûsilê û Hewîce ya Kerkûkê de bi qasî hezar milîtanên DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin yan jî girtin.
06.10.2017, Cum - 20:08
Ryan Dillon: Pêşmerge hevkarê me yê sereke ye
Nuçe Belav bike

Berdevkê hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Ryan Dillon ji BasNews a Herêma Kurdistanê re axivî û got, "Pêşmerge hevkarekî sereke û girîng yê hêzên hevpeyman e di şerê DAIŞê de."

Ryan Dillon, pesnê Pêşmergeyan da û da xuyakirin, "Di heyama operasyonên Til Efer û Hewîceyê de derdora hezar milîtanên DAIŞê, ku dixwestin birevin, ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin yan jî girtin."

Dillon bersiva pirsa derbarê piştî referandûmê de nexwest bipeyive, lê got, "Şerê Hewîcê beriya referandûmê dest pê kiribû. Em pîrozbahiya serkeftina şerê Hewîcê li hêzên Iraqê û Pêşmerge dikin. Lê şerê DAIŞê dê piştî rizgarbûna Hewîcê jî bidome."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:59:14