Şandek Pentagonê li gel wezareta Pêşmerge civiya

Îro li Hewlêrê wezîrê karûbarên Pêşmerge biwekalet Kerîm Şingalî li gel alîkarê wezîrê bergiriya Amerîka Robert Karim û şanda pêre civiya.
23.02.2018, Cum - 11:26
Şandek Pentagonê li gel wezareta Pêşmerge civiya
Nuçe Belav bike

Di wê civînê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de bi giştî û pêwendiyên hêzên Amerîkî li gel hêzên Pêşmerge bi taybetî hat kirin.

Ji aliyê xwe ve şanda Amerîkî soza berdewamiya alîkariyên diravî û serbazî ji bo hêzên Pêşmerge da.

Wezîrê Pêşmerge biwekalet Kerîm Şingalî pesnê rola Amerîka ji bo alîkarîkirin û piştevaniya hêzên Pêşmerge da û amadebûna wezaretêa Pêşmerge ji bo hevrêziyeke bêtir li gel Amerîka da xuyakirin.

Her di wê civînê de, behsa rewşa Iraqê û pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hat kirin û alîkarê wezîrê bergiriya Amerîka eşkere kir, ku Washington li ser bizavên xwe ji bo nêzîkirina Hewlêr û Bexdayê berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1654 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:57:38