Wezareta Pêşmerge ji bo Malikî: Pêşmerge sînorên Kurdistanê diyar dike ne tu

Li ser mana pêşmergeyan, peyman li navber Iraqê, Kurdistanê û Amerîkiyê de heye
05.01.2017, Per - 07:50
Wezareta Pêşmerge ji bo Malikî: Pêşmerge sînorên Kurdistanê diyar dike ne tu
Nuçe Belav bike

Berdevêkê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê bersiva daxuyaniyên Norî Malikî yên vê dawiyê da ku ragehandibû:”Divê Pêşmerge vegere ser sînorê berî 2003ê yê, da û got ku Pêşmerge sînorên Kurdistanê diyar dike ne Malikî."

Di daxuyaniyê de ku wêneyek ji bo BasNewsê şandine, hatiye ku:”Li gor rêkeftina hevbeş di navber me û Iraqê û Amerîkayê de hemû ew deverên ku berê destpêkirina operasyona Mûsilê ji aliyên pêşmergeyan hatiye azadkirin cîhê gengeşekirinê nîne û ew deverene jî di çarçoveya operasyona Mûsilê de ye û akinciyên wan deveran vê bi rapirsiyê carenivîsa xwe diyar bikin.”

Deqa ragehandinê wisaye:

Daxuyaniyek li berdevkê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê

Cîgirê serokomarê Iraqê ragehandiye ku pêwîste pêşmerge veger sînorê berî sala 2003ê yê.

Di berdewamiyê de dînine bîra Malikî ku sînorên pêş 2003ê yê, sînor nebûn, belku xeta temasa pêşmerge bûye li gel rejîma berê ya Iraqê.

Piştî êrîşa terorîstên DAIŞê û dagîrkirina beşek li axa Kurdistanê, Pêşmergên Kurdistanê karîn bi xwîna xwe wan navçeyan, azad bikin û sînorê Kurdistanê bikêşin, lê belê li gor peymana hevbeş ya me û Iraqê û Amerîkayê hemû navçeyên ku berî destpêkirêna operasyona Mûsilê ji aliyên Pêşmergan ve hatiye azadkirin cîhê gangeşekirinê nîne û ew li çarçoveya operasyonê de hatine azadkirin û niştecîhê wan navçeyan çarenivîsa xwe bi refrandomê diyar dikin.

Ji bo vê yekê em tekez dikin pêşmerge sînoran diyar dike, ne malikî, ya baş ew e ku Malikî dest li mûzayedeyan bikêşe

Berdevkê wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê

04.01.2017

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1883 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:55