Wezareta Pêşmerge: Me li gel Artêşa Iraqê ti rêkeftinek nekiriye

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê red kir, ku li gel şanda leşkerî ya Bexdayê ti rêkeftinek îmze kiribin û ragihand: “Di hinek xalan de nêrînên me yên hevbeş hebûn. Lê tenê guftugo hatiye kirin ne ku rêkeftin.”
09.12.2017, Cts - 10:31
Wezareta Pêşmerge: Me li gel Artêşa Iraqê ti rêkeftinek nekiriye
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand, şandên leşkerî yên Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê tenê guftûgo li ser hinek mijaran kirine, wan ti rêkeftinek îmze nekirine ku jê poşman jî bibin.

Cebar Yawer got: “Me tenê 3 civîn pêk anîn. Herdu aliyan ji bo guftugoyan 7 xal amade kiribûn. Li ser wan xalan nêrînên me yên hevpar hebûn lê ti rêkeftinek nehatiye kirin, ku em jê vegerin.”

Yawer eşkere kir, ku pirsgirêka Herêma Kurdistanê û Iraqê tenê li ser çend derbend, bazgeh an jî xalên sînor nîne û da xuyakirin, çend pirsên cuda di navbera herdu aliyan de nakok in û girêdayî hev in.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir: “Em tenê li ser çend derbend û xalên sînor guftugo nakin. Em li ser birêvebirina zêdetirî hezar kilometer herêmên nakok guftugo dikin. Ji xeynê vê, pirsgirêka bûdce û pirsgirêkên din ên nav xwe jî danûstandinan dikin, ku divê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê li ser van xalan tev de rêkeftinê bike.”

Ev daxuyaniyên Cebar Yawer di demekê de ye, ku Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Sedî hedîsî ragihandibû, ku şanda leşkerî ya Herêma Kurdistanê piştî danustandina li gel şanda Artêşa Iraqê ji hinek xalên rêkeftina xwe poşman bûye.

Hedîsî diyar kiribû, ku ev yek jî bûye sedem hevdîtinên di navbera aliyan de bisekinin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, hatina Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de şer derket.

Ji bo bidawîkirina pevçûnan di navbera şandên leşkerî yên herdu aliyand e 3 caran hevdîtin pêk hat lê alî negihiştin rêkeftineke dawîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1657 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:44