Balafirên Tirkiyeyê dîsa gundê Kürdistana Başur bombebaran kirin

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê dîsa çiyayê Akoyan û gundê Saye, Sêwek û Helemûn a navçeya Rewandiza Silêmaniyê bombebaran kirin.
29.03.2018, Per - 06:04
Balafirên Tirkiyeyê dîsa gundê Kürdistana Başur bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê dîsa çiyayê Akoyan û gundê Saye, Sêwek û Helemûn a navçeya Rewandiza Silêmaniyê bombebaran kirin. Qeymeqamê Rewandizê Kwêstan Ehmed ragihand ku balafirên bêpîlot ên Tirkiyeyê du roj in bi ser esmanên Qendîl, Rewandiz û Soranê ve difirin.

Qeymeqam Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şevê din seet derdora 21.00an 2 balafirên şer ên Tirkiyeyê 3 caran gundê Saye, Sêwek û Helemûn ên geliyê Akoyana bi ser navçeya Rewandizê bombebaran kirin."

Ehmed di dirêjiya axaftina xwwe de got: "Herdu gund demsalî ne, lê di vê demsalê de cotkar her roj bi çandinî û xwedîkirina mêşhingivan mijûl in û bombebarankirina wan, xelkê wê deverê bi zirarên malî, tirs û xetereyê rûbirû dike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1603 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:28