Cemîl Bayik: Tiştekî em wenda bikin tune ye

Berpirsê pilebilind ê PKKê Cemîl Bayik derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser Efrînê û herwiha gefên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Suleyman Soylu yên li ser operasyona Qendîlê got: “Dixwazin werin bila bên, ti kesî destê wan negirtiye. Eger werin dê ji bo wan bibe bîra bê binî.\"
18.11.2017, Cts - 13:50
Cemîl Bayik: Tiştekî em wenda bikin tune ye
Nuçe Belav bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK\'ê Cemîl Bayik ji televîzyonekî nêzîkî PKKê re axivî û got, ku li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan hertim operasyon hene, ev operasyon car mezin in û car biçûk, car leşkerî ne car jî siyasî ne lê pirsgirêka Kurd bi înkarkirinê çareser nabe.

Cemîl Bayik diyar kir, ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke kevn û mezin e, lewma bandorê li cîhanê dike.

Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, ku gotibû “emê herin li Qendîlê rûnin” jî Bayik got: “Eger dewleta Tirkiyê bihêz baya, ev şer nedidikir. Ji lewra lawaz e. Niha dixwazin bên, bila werin, ti kesî destê wan negirtiye. Eger werin dê ji bo wan bibe bîreke bêbinî. Hatina wan xizmeta gelê Kurd dike.”

Cemîl Bayik derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser operasyona li hember Şingal û Qendîlê herwiha derxistina YPGê ji Efrînê jî wiha axivî:

“Dibêjin emê biçin Qendîl û Şingalê li wan bidin. Ev rastiya siyaseta wan diyar dike. Lê eger werin ew dê zerbe bixwin. Kurd ti tiştekî wenda nakin.”

Hêjayê gotinê ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya îro ya li Rîzeyê de jî ragihand, ku Tirkiye dê Efrînê ji destê YPGê rizgar bike û Minbicê jî bixwe xwedanên wan ên rast.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:50:01