Endamê Komîteya Navendî ya PKKyê Nedîm Seven, di hevpeyvîna ya bi ANFyê re de li ser "pêjavoya çareseriyê" hevdîtinên bi Ocalan re, û rojevê axivî.
Nedîm Sevn diyar kir, agirbestên ku PKKyê berê ragihandibû, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi hewldanên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hatine ragihandin û got:
"Gavên din ên ku Rêber Apo (Abdullah Öcalan) avêtine ji sala 1993yan ve bi pêvajoyên cuda berdewam kirin.
Wekî mînak, agirbestê yekem a sala 1993yan, navbeynkariya Mam Celal (Celal Talabanî), hevdîtinên bi Turgut Ozal re ku wê demê serokkomar bû, agirbesta 17ê Adarê ya 1993yan, dirêjkirina wê heta 8ê Hezîranê, ragihandina agirbestê ya 15ê Kanûna Pêşîn a 1995an, destpêkirina agirbesta sêyem a 1ê Îlona 1998an...
Yanî pêvajoyên agirbestan ji bo lêgerîn û çareseriya pirsgirêkan derfet bû.
Ji bo danûsitandin, diyalog û aştî rêbazên çareseriyê bûn. Ev pêngav hemû ji aliyê Rêbertî ve hatibûn avêtin."
Mercên PKKyê
Seven azadiya Ocalan wekî merc danî û wiha pê de çû:
"Biryarên ku di kongreyên PKKyê de hatine girtin û bi taybetî biryarên ku di Kongreya 11emîn a dawî de hatine girtin, eşkere kirin ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo neyê bidestxistin, tu tişt nayê qebûlkirin.
Dema ku azadiya fizîkî ya Rêberiyê were bidestxistin, em dê muzakere, çareserî û gavên din ên ku tên avêtin qebûl bikin.
"Em li benda daxuyaniya Ocalan in"
Komîteya Navendî ya PKKyê Nedîm Seven diyar kir ku ew li benda daxuyaniya Ocalan in û wiha anî ziman:
"Rêberî dê daxuyaniyekê bide. Em jî li benda vê daxuyaniyê ne.
Dibe ku hin pirsgirêk tenê bi daxuyaniyan çareser nebin lê em şopdarên Rêber Apo ne.
Eger mercên tendurustî, ewlehî û azadiya fizîkî neyên dabînkirin, Tevgera Azadiyê alternatîfên wê yên cuda jî hene.
Li Rojhilata Navîn êdî hevsengiyên siyasî ne wekî berê ne. Binêrin Îsraîl heta kû derê hat. Rewşa Îranê li ber çavan e.
Siyasetên ku hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn ji bo xetên gazê, petrolê û enerjiyê dimeşînin bi eşkereyî tên dîtin."
"Bangên Ocalan ji bo me derbasdar in"
Her wiha Seven tekez kir ku daxuyaniyên Ocalan ji bo wan derbasdar in û wiha pê de çû:
"Em ne tenê partiyek in, di heman demê de rêxistinek in jî. Em hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li siyaseta cîhanê bandorê dikin.
Ji ber vê yekê, hemû bangên Rêber Apo û daxuyaniyên wî ji bo me diyarker in.
Lê belê, hatina şandeyann, çûyina wan, hevdîtinên ku tên kirin, dewleta Tirk û daxuyaniyên AKPyê, mijar divê bi van ve neyê sînorkirin.
Eger pirsgirêk were çareserkirin, di salvegera 27emîn a komployê de, pêwîst e ku nexşerêya aştî û çareseriya demokratîk were danîn."