HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku adara îsal canê xwe ji dest daye eşkere kir.
22.04.2024, Pts - 14:30
HPGyê ragihand ku van her du gerîlayan li Başurê Kurdistanê li herêma Metînayê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:
Rewşen Delîl: Navê wê yê fermî Hanim Durmaz e û ew ji navçeya Elbakê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Herekol Amed: Navê wî yê fermî Emre Korkmazer e û ew ji navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye.
HPGyê da zanîn ku Rewşen Delîl sala 2014 û Herekol Amed jî 2015an tevî refên gerîlayan bûye.
Vî nûçeyê tevayî: 796 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:05