Îdıa: Şemdîn Sakik ji bo mafê hêviyê serlêdan kir
Şemdîn Sakikê ku berê di nav Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di pozîsyoneke pêşeng de bû ji bo mafê hêviyê serlêdan kir.
29.05.2025, Per - 10:30
Şemdîn Sakikê ku 27 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê mafê wî yê “darizandina adil” hatiye binpêkirin û serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da ku biryar bê xerakirin û ew ji nû ve were darizandin.
Li gorî nûçeya Sozcuyê, Şemdîn Sakik îtirazî “cezayê girtîgehê yê heta hetayê” kiriye lê Wezareta Dadê îtiraza wî qebûl nekiriye.
Şemdîn Sakik 15ê Adara 1998an li Başûrê Kurdistanê hatibû girtin û ji ber 251 çalakiyan hatibû darizandin ku di wan de gelek leşker hatine kuştin.
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:19