Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê bo Efrînê daxuyanî da

Endamê Komîteya Birêvebir ê PKKê Murat Karayilan diyar kir ku eger Tirkiye bikeve Efrînê êdî bi salan jê dernakeve û dê bixwaze xwe bigihîne Helebê jî.
05.03.2018, Pts - 05:51
Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê bo Efrînê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Karayilan derbarê rewşa Efrînê û geşedanên dawîn ên li herêmê ji radyoyeke nêzîkî PKKê re axivî û diyar kir ku Tirkiye 40 roj in êrîşê Efrînê dike lê serkeftî nebûye.

Berpirsê PKKê daxuyaniya berpirsên Tirkiyeyê ya ku digotin, "350 hezar nîştecihên Efrînê hatine Tirkiyeyê û ew dê vegerin malên xwe" bi bîr xist û da xuyakirin, ku ji Efrînê 350 hezar kesan koç nekirine wiha pê de çû: "Eşkereye ku dixwazin kurdan ji Efrînê derbixin, Efrînê bê kurd bikin û dewsa wan cîhadîstan bicîh bikin. Ev plana tevkujiyê ye, ku berpirsên Tirkiyeyê eşkere dikin. Ji xwe hewl nadin vê plana xwe jî veşêrin."

Karayilan behsa egera kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve kir û got: "Eger ew li wir bicîh bibin dê çi bibe? Eger wiha be ne ji Efrînê, ne ji İdlib û Babê dernakevin û herwiha dê bixwazin xwe bigihînin Helebê jî. Herweke Qibrisê dê bixwazin bi salan li wir bimînin. Ev yek jî dê Sûriyê perçe bibe. Nexwe Suriye çavê xwe ji vê re digre û Rûsya jî rê dide."

Karayilan diyar kir; "Sebra kurdan jî heta cihekê ye. Divê hemû kes bizane, ku bijardeyên Kurdan jî hene. Eger yekparçebûna Sûriyê dixwazin, gelê Rojava ji bo vê tekoşîn kir û pêşiya vê metirsiyê girt. Wateyeke wê heye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2075 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:02