KCKê ji girtiyan xwest ku dest ji greva birçîbûnê berdin

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku girtiyan bi çalakiyên xwe, “têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHPê” tê meşandin, xurtir kirine û Ji ber vê yekê pêwîstî pê nema ye ku ev berxwedan hîn bêhtir dewam bike.
18.04.2017, Sal - 06:48
KCKê ji girtiyan xwest ku dest ji greva birçîbûnê berdin
Nuçe Belav bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdisdtanê (KCK) derbarê girtiyên li zindanan yên 63 roj in ketine greva birçîbûnê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga bi dawî anîna çalakiyê kir.

Di daxuyaniya KCKê de wiha hat gotin: “Em jî, gelê me jî di wê baweriyê de ne, ku mijarên ketine rojevê wê bên şopandin û têkoşîna di vî warî de bi rê û rêbazên cuda were dayîn. Bi vê bîr û baweriyê, em dixwazin dawî li greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger were anîn.”

KCKê diyar kir ku girtî ji bo rakirina “tecrîda” li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, kiryarên li dijî gelê Kurd û rawestandina operasyonên siyasî û zextên li zindanan dest bi greva biçîbûnê kirine.

Di berdeamiya daxuyaniyê de hatiye gotin: "300 heval di rojiya mirinê ne û bi hezaran girtî jî bi rengekî dorveger di greva birçîbûnê de ne.

Bi berxwedana girtiyan û bi desteka gelê me û hêzên demokrasiyê re, tecrîda li Îmraliyê, zextên li girtîgehan, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî siyaseta demokratîk û êrîşên faşîst ên li ser gel, ku sedema berxwedana girtiyên şoreşger e, bi têra xwe ketine rojevê û ev berxwedan gihîştiye armanca xwe. Bi vê çalakiya xwe re, têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHPê hîn xurtir kirine. Ji ber vê yekê, pêwîstî pê nîne ku ev berxwedan bê dewamkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1996 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:01