PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa dewleta tirk ve Serokomarê tirk Erdogan gef xwarin ku dê operasyonên leşkerî yên li Suriye û Iraqê berdewam bikin û dibêje ew dê şevekê ji nişka ve ji bo derxistina endamên PKKê li wê deverê operasyoneke lidar bixin. Piştî daxuyaniyên Erdogan Birêveberiya PKKê ragihandibû ku ji Şingalê vekişiyane.
25.03.2018, Paz - 13:49
PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?
Nuçe Belav bike

Berdevkê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Serhed Varto ji Spûtnîk Kurdistanê re derheqê vekişîna PKKê ji şengalê axivî.

Varto derbarê ketina PKKê bo Şingalê de wiha axivî, "Gelê kurd ê êzidî bi ovanetirîn êrişa terorîstên DAIŞê re rû bi rû mabû. Ji gelê me yê êzîdî bi sedan hatin şehîdkirin, revandin û talankirin. PKK bi erka xwe biryar da ku bi mebesta parastina êzidiya kete devera hŞingalê û hate dîtin bê PKKê êzîdî çawa ji destê wan terorîstan parastin."

Berdevkê PKKê Varto derbarê vekişandina hêzên PKKê de wiha axivî:

"Biryara vekişandinê hat wergirtin, ji ber ku ew armancên di pêşiya çûyîna wê hêzê de hebûn, tev cî bcî bûn, niha devera Şingalê aram e û gelê êzidî hêza xwe he ye û dikare parêzvaniyê xwe bike."

Varto: "Di heman demê de niha êzidî li Şingalê xwe bi xwe bi rêve dibin û tu fişar û metirsî li ser wan ne mane û pêwîsiya wan bi hêza PKKê nema ye, ji ber vê yekê PKKê biryara vekşandina hêzên xwe ji Şingalê da."

Derheqê helwesta hikûmeta lraqê û hebûna hemahengiyê di navbera herdû aiyan de, varto da xuyakirin, "Derbarê vekişîna PKKê ji Şingalê bi hikûmeta Iraqê re tu rêkeftin çêne bûne hikûmeta lraqê baş dizan'i ku hebûna hêzên PKKê bo parastina gelê Şingalê ye û hikûmeta lraqê tu fişarek jî li ser PKKê nekiriye ku hêzên xwe vekişîne û tu peywendiya gefên Erdogan li ser vê vê biryarê bandor nekiriye. PKK bi salan e bi dewleta tirk re şer dike û lewra ji gefên dewleta tirk natirse."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2077 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:09