Amerîka destûr nade ku PYD li Reqqayê xurt bibe

Ajansa Reutersê li ser rewşa Reqqayê ya piştî paqijkirina DAIŞê nûçeyeke analîzê weşand û di wê nûçeyê de hat diyarkirin ku HSD ji bo Ereban tevlî rêveberiya bajêr bike, hewldaneke xurt dide. Di nûçeyê de ev şîrove hat kirin:
18.10.2017, Çar - 12:52
Amerîka destûr nade ku PYD li Reqqayê xurt bibe
Nuçe Belav bike

Ajansa Reutersê di derbarê rewşa Reqqayê ya piştî paqijkirina DAIŞê de analîzek weşand û ragihand ku HSD ji bo Ereban tevlî rêvebirina Reqqayê bike, gelekî dixebite. Li gorî heman nûçeyê rayedarekî Amerîkayî jî diyar kir ku Amerîka wê piştgiriyê nede rêveberiya PYDê, da ku li Reqqayê xurt bibe.

Di analîzê de tê gotin ; \"Quwetên Sûriyeya Demokratîk yên ku piraniya wan Kurd in, ji bo ji aloziyeke etnîkî dûr bisekinin û piştgiriya Amerîkayê mîsoger bikin, neçar in ku rêveberiyeke tevlihev ava bikin. QSD, hay ji hesasiyetên etnîkî û eşîrî yên li Reqqayê heye û ji bo pêvajoya piştî DAIŞê Ereban dixe navenda planên xwe yên rêveberî û ewlehiyê.\"Herwisa hat ragihandin ku rayedarên Kurdan jî gotine, haya wan ji van hesaseyitên li Reqqayê heye û fermandarên QSDê û şahidan jî diyar kirin ku duhî piştî paqijkirina DAIŞê YPG ji bajêr vekişiyane û sengerên xwe ji bo aliyên Ereban hiştine.Ligel vê yekê li gorî heman nûçeyê rayedarekî Amerîkayî jî anî ziman ku welatê wan li Reqqayê dê piştgiriyê nede \"projeya rêveberiyeke otonom a PYDê\' û got, \"Em ê teqez piştgiriyê nedin rêveberiyeke cudaxwaz. Herwisa em ê ji bo vê herêmê piştgiriyê nedin projeyeke belavbûna siyasî ya PYDê jî.\"

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 2158 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:37:08