Balafirên Suriyeyê bajarê Reqqa xist
Televizyona fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku firokeyên şerî yê Sûriyê li rojhilatê Reqqayê navendên DAIŞê kirine hedefa xwe.
22.07.2017, Cts - 11:09
Li gor nûçeya televîzyona Hikûmeta Sûriyê, firokeyên şerî yên wî welatî di navbera Derêzorê û Rekayê de li Maadan û Bir el-Sabkhawiyê baregeh û otomobîlên DAIŞê bombebaran kirin.
Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovî ya Sûriyê jî ragihand ku demekê dirêj e firokeyên şerî yên Sûriyê li nêzîk Reqayê êriş nekirine.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2601 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:15