BBC: Li Reqqa rêkeftinek li gel DAÎŞ'ê derket holê!

Li gorî ragihandinê, bajarê Reqqa ji bo tehliye kirina 250 çeteyên DAÎŞ\'ê, naveroka rêkeftina di navbera Amerîka- QSD û DAÎŞ\'ê hat eşkere kirin. Her wiha tê gotin ku beşek ji van çeteyan derbasî Tirkiyê bûne.
14.11.2017, Sal - 11:46
BBC: Li Reqqa rêkeftinek li gel DAÎŞ'ê derket holê!
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera BBC Brîtanyayê; Rêkeftinek veşartî ya di navbera Quwetên Sûriya Demokratîk(QSD) û Amerîka li gel rêxistina terorîst a DAIŞ\'ê aşkera bû.

Malpera BBC a Brîtanya belav kir, bi wê rêkeftinê ve hezaran çekdar û endamên DAIŞ\'ê bajarê Reqqa vala kirine û radestî QSD\'ê kirine.

BBC nûçeya xwe dispêre şofêrên kamyonê û otobusê û belav kiriye, roja 12.10.2017ê dest bi veguhestina çekdar û jin û zarokên DAIŞ\'ê kirine û ew ji Reqqa bo navçeyên din ên Sûriyê veguhestine û ‘’Bi tonan xorak û çek jî li gel wan bûne.’’

Li gor ew şofêr behs dikin, QSD û Amerîka soz dane wan şofêran ku kirêyan ew\'ê bidin, lê ew şofêr dibêjin Karwanek rêkirin bo dojehê, lê kirêyên me jî nedan.

Herwaha ew şofêr dibêjin, di 3 rojan de çar hezar çekdarên biyanî yên DAIŞê, jin û zarokên wê rêxistinê veguhestin navçeyên din ên Sûriyê û beşek ji wan çekdaran jî geheştine Tirkiyê.

\"\"

Her wiha ajovan dibêje, çeteyan xefikên bûbî çêkirin, \"Ger rêkeftinê de tiştek bi şaşî biçûya wê tevahî ew karwan biteqandina. Li ser jin û zarokên wan de jî yêlekên xwekûj hebûn.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2005 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:26:36