Berdevkê Koalîsyonê: Hevkarê me tênê QSD'ye
Berdevkê koalîsyona li dijî ÎŞÎDê Albay Ryan Dillon, di derbarê rewşa bajarê Rakka û rewşa Sûrîyê de axivî û bal kişand ser hevkarîya xwe û hêzên din
02.08.2017, Çar - 11:18
Albay Ryan Dillon, da zanîn ku li Sûrîyê hevkar û şirîkê wan tenê HDS (Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê – ku di bin rêveberîya YPG de ye) ye û ewê ji HDS pêve bi tu alîyekî din re tev negerin.
Ryan Dillon, eşkere kir ku bajarê Rakkayê bi temametî di bin kontrola wan de ye û got: „Tu pêwistîya me bi alîkarîya rejîma Ssûrîyê tuneye û em tucarî jî alîkarîyê naxwazin“.
Dillon, da zanîn DAÎŞ'ê li bajarê Rakkayê pir hewl daye û dide ku karibe çemberê bişkîne lê nikare û di Rakkayê de gertî maye.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:35