Leşkerên Amerîkî jibo alîkariya QSD dinav Reqqa yê de
Berdevkê Koalîsyonê daxûyand ku lşekerên Amerîkî jibo alîkariya QSDê çûne navenda bajarê Reqqayê.
13.07.2017, Per - 13:34
Jibo paqij kirina bajarê Reqqayê ji DAÎŞ ê oprasyona QSD ê destpê kiriye berdewamiya operasyonê de DYA leşkerên xwe şand qada şer. Berdevkê Koalîsyona Navnetewî Ryan Dîllon daxûyaniya xwe de dibêje; me bi dehan leşker şandin kada şer.
Berdewama axaftinê de Dîllon dibêje; Yekîneyên Topavêj û Piyadeyên Behrê jî piştevaniya QSDê dikin. Hêzên hatine şandin yekser nakevin dinav şerrê germ.
Aliyek din piştî vekiina rêya Helep - Qamişlo piştî 3 salan jibo sivîlan alîkarî ya mirovî hat şandin.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku li bajarê Reqqayê 190 hezar kes malên xwe terk kirine û 50 hezar sivîl jî hêj dinav bajêrde ne.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2103 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:12:24