Cîhan dîsa berê xwe dide Kurdistanê!

Cîhanê careke din dest pê kir ku berê xwe bide Herêma Kurdistanê û giringiyê bide ji ber ku wiha diyar e, dewletên cîhanê naxwazin ku herêm li desthilata federal qels bibe.
18.11.2017, Cts - 10:12
Cîhan dîsa berê xwe dide Kurdistanê!
Nuçe Belav bike

Şêrzad Şexanî ji rojnameya Erebî a Şerq El Ewsetê re nivîsî û diyar kir, li gel ku serkirdayetiyên Kurdî serî hildan û daxwaz û fermanên birêveberiya Amerîkayê yên ji bo bipaşdexistina referandûmê neanîn cih jî, lê wiha diyar e ku Washington naxwaze rola Kurdan li Iraqê wek pêkhateyeke sereke bê marjînalîzekirin.

Her wiha nûçe balê dikişîne ser civînên dawî yên Nûnerê Taybet ên Serokê Amerîkayê bo Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurkî li gel gelek aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê û sozên nûnerîtiya NY û YE'yê jî bi bîr tîne ku li gel Amerîkayê ji bo serperiştkirina gotûbêjên navbera herdû aliyan bikin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 2304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:01